У нас вы можете посмотреть бесплатно Ciwan Nebî - Çi Vala Ye Qehwexaneya Bajêr (Deng: Cimşît Heftperçe) [Jêrenivîs] или скачать в максимальном доступном качестве, которое было загружено на ютуб. Для скачивания выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса savevideohd.ru
Ciwan Nebî Deng: Cimşît Heftperçe Vîdyo: Xendekî Produksiyon: Asoya Helbesta Kurdî Ciwan Nebî - Çi Vala Ye Qehwexaneya Bajêr çi vala ye qehwexaneya bajar !! şeveke wilo te maseyeke vala nedidît, ne jî karkerek, bi desmala xwe paqij bike maseya te, berî qehweyê. Qehwexaneya ku TV î vênedixist ger Riyal medrîd bi Berşelona re nelîstiba !! Nuha bitenê karkerek li wê maye, nûçe bi nûçe TV yê bi desmala xwe paqij dike, nûçe bi nûçe ber bi maseyan de dibeze û kesekî ku bang li wî bike nabîne… Bitenê dînê bajar li bajar dimîne, xwas, di şevên sar, xurxura gulleyan… Wê li ser çi bitirse ?!! Ne zarokek li pey wî, ne kişwerek ji pêvî bajar, kêferata ku dike !! Qîr dike kesên ku bajar bi tenê dihêlin, weke ku aqilê wî yê mayî bi xwe re biribin, bêçixare mabe !! Qîr dike li bin baranan, li valahiya derdora xwe dinihêre, li rêyan, li bajar, sîwana herî nêzîk dibijêre û radize weke ku tiştek nebûyî !! Ceng sibehan radiweste, tu dikarî li şoban guhdarî bikî ger jinişkave li çepî bajar teqîn çênebe, nehejîne pergalên bajar, bi xwe re xwaziya te bi dînbûnê jî. Dikarî li Feyrûzê guhdarî bikî, bilind bikî tembûra Lawê Remo, bigirî govendeke kurmancî, germ. Ceng bi şev e, min ji te re got, li jinan binihêre cilên mêrên xwe yên şuştî bi têlan ve didaleqînin, binihêre, wexma cengê, direve, tivingên xwe paqij dikin mêr, çaya xwe vedixwin, li zarokan binihêre qelpaxê gulleyeke vala li kolanan nehiştin_ ev lîstika wan ya nû ye, ez jî û weke zarokekî her têkçûyî me, kêmtir ji hemî hevalên xwe gulleyên vala didimhev !! Bajar bi xemgîniya êvara xwe riwê xwe dipêçe, kolanên vala, dengê bêdengiyê, bi tevî şûna bîranînên koçberan çi te têşîne, çi te têşîne bajar û ew xwe amade dike bo cengekeke bi şev, çi te têşînin dergehên girtî, zarokên ku bi tevî tirsa xwe radizin û xumxuma bahozan li ser derên qeraxan, kêlîkên herî hişk… Bajarê biçûk ku li heman kolanê, heman rojê pêrgî heman kesî dihatî bajarê ku çendî hewil dida, kesek li wî winda nedibû bajarê dûûûr, teng wê çawa karî be rahêje barê cengê ?!! Wê çawa têra firehiya cengê bike?!! Bav navên xwe li zarokên xwe dikin dema diçin cengê !! Bav navên zarokên xwe li xwe dikin dema ji cengê vedigerin !! ASOYA HELBESTA KURDΰ 27ê Sibata 2019an TÊKILÎ Emaîl: [email protected] Facebook/YouTube: Asoya Helbesta Kurdî Twitter: @asoyahelbesta www.helbestakurdi.com