Русские видео

Сейчас в тренде

Иностранные видео


Скачать с ютуб Kawa Nemir - Katjimêrên Banû Byê (Deng: Erol Şaybak) [Jêrenivîs] в хорошем качестве

Kawa Nemir - Katjimêrên Banû Byê (Deng: Erol Şaybak) [Jêrenivîs] 4 года назад


Если кнопки скачивания не загрузились НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу страницы.
Спасибо за использование сервиса savevideohd.ru



Kawa Nemir - Katjimêrên Banû Byê (Deng: Erol Şaybak) [Jêrenivîs]

Kawa Nemir - Katjimêrên Banû Byê Deng: Erol Şaybak Jêrenivîs: Xendekî Produksîyon: Asoya Helbesta Kurdî Muzîk:    • Os Tincoãs - Deixa A Gira Girar (j g ...   Kawa Nemir - Katjimêrên Banû B’yê “Zînê li gel findê bû cot Rûnişt ji xemên xwe re got” Mem û Zîn, Ehmedê Xanî I (...) II (...) III Mi go, kevçiyên çayê kin in ji fîncanên kûr re, mi go, ev gewdeyê şil ê siwarçakê min ê şîn e, çu nikarim ava bikim qesra xwe ya bextewariyê, heta ku hilneweşe lengergeha Çengelköyê. Belam ev çîroneka dara min e, şaxên wê her du milên min, qurmê wê mala mêran e, dêran e, bûye kêran ji ber derbên kêran; belga min ji darê de dikeve, dikeve, dikeve, ê wî hey tajiyê lingşewitî ye li çil û çiyayên welatekî bejî, malûmatfiroşekî welatê xwe li ser selpakên zarokan avakirî, siwarçakê min ê ji qewmê serreş, ku dengê wî digindire newalan. Belam diviya dema cam hûrhûrî nebûya, nedêraya şevên aram, piştî pêgermokên kefegevzik, piştî fişargoyên sik, qey min peyda kiribû Siyabendê xwe yê ku kêlî tirş dikirin: “Nebî tu lê dî herî! Dizanim, tu naçî. Tê herî? Neçe, tevî her tiştî.” Kulên min taqet nakin bipirsin, qey di nava sê mêran de mame? Gulên min qet nakin bitirsin, ev çend e em diçilmisin? Kavil, kavil, mi go, tev ev e nas dikim ji kêliyên hişyariya xwe. Mi go, lê ez bi janeke qerase re zewicîm, ew çû, di ser wê pirê re ku nehişt ez hilweşînim. Piştî mîrê min ê hezkiriyê hespên tor î spî, va ye pêkolî dike derya, dikurisîne daw û devlingên qesra min a kavil. Qaqlîbazên fêlbaz î tîr têne çavên min, vê şeva şîn î şil. 20 Berfanbar 2007 – 1 Reşemî 2008 Bahçelievler - Stenbol *Ji pirtûka wî: Salname, Lîs **Bi destûra wî hatiye weşandin (tevahîya helbestê: http://helbestakurdi.com/helbest/kawa...) Asoya Helbesta Kurdî ©

Comments