Русские видео

Сейчас в тренде

Иностранные видео


Скачать с ютуб Helebçe - Şivan Perwer - (The Collection 12 -1988) в хорошем качестве

Helebçe - Şivan Perwer - (The Collection 12 -1988) 3 года назад


Если кнопки скачивания не загрузились НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу страницы.
Спасибо за использование сервиса savevideohd.ru



Helebçe - Şivan Perwer - (The Collection 12 -1988)

Helebçe - Şivan Perwer - (The Collection 12 -1988) Text & Musik: Şivan Perwer Helebçe Hey gidî dinyayê, dinya bi xweşî û bi zulm, ma qey tu têra insana nake? Te insanên delal çê kirine û afirandine, bo çi çavên insanan bar û têr nabe? Geh li ser te xweş dikin û geh dûman û ewrên reş û tarî bir ser te de dibarînin. Hevdu diqelînin. Hey gidî însan, bo çi çavên te têr û bar nabe? Ma rûkê dinyayê têra te nake? Pêr li Nagasakî, Hîroşîma; duh li Wiyetnamê û iro li Kurdistanê. Ma Helebçe hindik e? Sal 1988, meha Adarê, gulên Newrozê disa dibişkivîn. Ewrên reş û tarî bi ser Newrozan de hatîn, bê kêf û şahî, bê xweşî, Newrozan dîsa serên xwe xwar kirin û tovên xwe bera binê erdê dan, ji bo carek din şîn werin… Wey lo lo, wey lo lo wey lo Wezê daketim kel û kaşxanan Wezê daketim serê birc û van diyaran Wezê bi ser kela dilê xwe de mijûl bûm Dîsa ji xeman û kulan û derdan birîn in ax de wey lo lo lo wey lo… Dîsa bombe û baran e, her derê girtî mij û dûman e Dîsa nale nala birîndaran e, Dengê dayîka tê li ser lorikê wan e Bavik bi keder xwe davêjin ser zarokan e Lê zarok mane bênefes, bêruh û bêcan e Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo… Hey lê lê…. wey lê lê… Ferman e ûy… hawar… hawar… dîsa li me ferman e Li jor tête gire gir û hume huma bafirok û teyaran e Her der xistiye nava agir û mij û dûman e Li jêr tête qîre qîra zarokan, hawara dayîk û bavan e Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek dinê ji caran e Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsîm Weke Mehabad û weke Berzan e Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê Helebçê Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e… Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayîk û bavan e Ax hawar…hawar… li me ferman e… li min ay… Ax… birîndarê we me, li min oy… Erê hey lê lê… herê hey lo lo… Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin Hûnê kaxiz û pênûsekê bînin binivsînin Dinya alemê pê bihesînin Serok û rêberên Kurda li hev bînin Bira yek bi yek bin ji halê me re tiştekî ji dinyayê re binivsînin Bira xelk û alema pê bihesînin Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar… Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin Agir li serê me Kurdan dibarînin Ax de ay ay… lo lo ax de li min birîndarê we me Gotin û awaz: Şivan Perwer Şivan Perwer - Official Youtube Channel. https://www.facebook.com/pg/sivanperw... https://www.sivanperwer.org https://itunes.apple.com/us/artist/si... https://www.last.fm/de/music/%C5%9Eiv...

Comments